Hûrgiliyên bûyer û xwepêşandanên şeva bûrî li Kobaniyê
Welat TV - Hewlêr
Şeva bûrî li Kobaniyê, xwepêşandanên nerazîbûnê bi rê ve çûn û girjî derketin, Xwepêşanderan kuştina Samî Şêxmûs Hiso şermezar kir û banga dadmendî û girtin û sizadana tawanbaran kir.
Rêveberiya Ewlehiya Navxwe di daxuyaniyekê de got, di xwepêşandanekê de ji ber kuştina ciwanê bi navê Samî Hiso, hêzên wê rastî keviran hatin û agir bi hejmarek baregehên ewlekariyê hate xistin, û hejmarek endamên wê birîndar bûn.
Her weha got, ji ber vê yekê hêzên ewlehiyê li nava bajarê Kobaniyê belav bûn û hejmarek kes girtin.
Hêzên Ewlehiya Navxwe bang li xelkê Kobaniyê kir û ji wan xwest ku xwe bigirin, û hişyar bin ji hewlên têkdana aramiyê û aştiya civakî.
*Karvedan
Ciwanê bi navê Samî Şêxmûs Hiso roja Pênşemê ji aliyê hejmarek çekdar ve bo gundewarê Serê Kaniyê hatibû revandin, wan Çekdaran kuştina wî di kurtevîdiyoyekê de belge kiribû.
Karvendanên berfireh û girjî û xwepêşandan li deverên cuda yên Cizîra Rojavayê Kurdistanê û Kobaniyê derketin holê. Di xwepêşandanan de bangên girtina tawanbaran û sizadana wan hatin bilindkirin.