Here naverokê

sifir

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • (Hejmar):  IPA(kilîd): /sˤɪ'fɪɾ/, sˤɪfɾ/, صفر
    • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • (Navdêr):  IPA(kilîd): /sɘˈfɘɾ/,  IPA(kilîd): sɪ'fɪɾ/, /sɪfɾ/, سفر
  • Kîtekirin: si·fir

Hejmar

[biguhêre]

sifir

  1. jimare 0 (bi xwe nîşana tinehiyê ye lê dema bikeve dû jimareyek din wê dehbare dike)
  2. tine, ne ti tişt
  3. hût, bêpor
    Serê xwe sifir kiriye. ― Hemû mûyên serê xwe tiraşîne, wek şefre jimara 0

Notên bikaranînê

[biguhêre]

‎"Sifir" bi maneya 0 her "sifir" e. Lê carinan "sifir" li cihê "hîç, ne tişt, tiştekî bêqîmet" jî dikare were bikaranîn. Lê mirov nikare ji hejmara 0 re bibêje "nîn" yan "tine/tune".

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Ji erebî صِفْر (ṣifr), belkî ji sanskrîtî शून्य (śūnya, “tine, nîne, hîç”). Cotreha zêro. "Sifir" li hemû dinyayê belav bûye. Hevreha îngilîzî zero û cipher bi rêya latînî zephirum ji erebî "sifir" e.

    Herwiha binêre

    [biguhêre]
    Hejmarên sade yên kurmancî

    Bi zaravayên din

    [biguhêre]

    Werger

    [biguhêre]
    Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya zero a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
    [biguhêre]

    sifir m

    1. Hejmara 0.

    Tewandin

    [biguhêre]
    Tewandina sifir
    Zayenda mê ya binavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî sifir sifir
    Îzafe sifira sifirên
    Çemandî sifirê sifiran
    Nîşandera çem. wê sifirê wan sifiran
    Bangkirin sifirê sifirino
    Zayenda mê ya nebinavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî sifirek sifirin
    Îzafe sifireke sifirine
    Çemandî sifirekê sifirinan

    Werger

    [biguhêre]
    [biguhêre]
    Sifir di nav sîstema vedorî ya elementan de.
    Sifir (maden)

    sifir n

    1. (kîmya) Madenek qehwerengî ye; nîşana wî ya kîmyayî Cu û jimara atomî 29 e.

    Tewandin

    [biguhêre]
    Tewandina sifir
    Zayenda nêr a binavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî sifir sifir
    Îzafe sifirê sifirên
    Çemandî sifirî sifiran
    Nîşandera çem. wî sifirî wan sifiran
    Bangkirin sifiro sifirino
    Zayenda nêr a nebinavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî sifirek sifirin
    Îzafe sifirekî sifirine
    Çemandî sifirekî sifirinan

    Formên alternatîv

    [biguhêre]

    Hevmane

    [biguhêre]

    Bide ber

    [biguhêre]

    Herwiha binêre

    [biguhêre]

    Werger

    [biguhêre]

    Çavkanî

    [biguhêre]
    1. ^ Ferhenga Zaravên Teknîkî ya Suat Yavuz, Odeya Endezyarê Makîneyê Şaxa Amedê, 2014, r. 12 → PDF