Here naverokê

nan

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd): /nʌːn/
  • Kîtekirin: nan
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
[biguhêre]
(1) Çend nanên Bismilê.
(1) Nanê tenûrê.

nan n

  1. (xwarin) Hevîrê pêjayî.
    • 1942, Ronahî (kovar), ZAD Û GENIM:
      Sala ko paîzxêr zû bikeve pê re nagîhin kuta bikin, guşiyên genim dixin xaniyan. Nanê wan gelekî tamdare.
    • ~ 1692, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn:
      Qet'a çu nebû ne xur ne xwabek
      Wan bîr nedihat-i nan û abek
      Ew hefte temam bûye gerdek
    • 1857, Mele Mehmûdê Bayezîdî, amadekariya Jan Dost, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Weşanxaneya Nûbihar, di 2010 de hate weşandin, →ISBN, rûpel 105:
      Goya li nik wan şûm e, ewî nanê (ko) ibtida (destpêkê) dipêjin û ji tenûrê biderdikevitin ew naxwin. Goya herçî wî nanî bixutin jina wî dimiritin.
  2. xwarin, xwirak, xwaremenî, tişta/ê tê xwarin

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina nan
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nan nan
Îzafe nanê nanên
Çemandî nanî, nên nanan
Nîşandera çem. wî nanî wan nanan
Bangkirin nano nanino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nanek nanin
Îzafe nanekî nanine
Çemandî nanekî naninan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Jornav

[biguhêre]

Jêrnav

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî نان (nan), kurdiya başûrî nan, lekî nan, hewramî nan, zazakî nan / non, farisî نان (nan) (farisiya devkî نون‎ (nûn), tacikî нон (non), pehlewî 𐭭𐭠𐭭‎ (nan), belûçî نگن (negen), partî n'g'n (neġn), peştûyî نغن (neġen), ji zimanên îranî, bi îraniya kevn *nagna- (/negne-/).

Lubotsky peyva îranî bi peyva sanskrîtî नग्नहु (nagnahu: havên) ve girê dide û dibêje ku ew herdu ji proto-îranî ne. Lê mimkin e ku nan peyveke kevnar ya Rojhilata Navîn ya ji zimanekî ne-hindûewropî jî be, bidin ber sûmerî 𒃻 ([NINDA]). Di hîtîtî de jî peyv bi heman awayî hatiye qeydkirin lê nayê zanîn ka divê ew di hîtîtî de çawa were gotin/xwandin.

Peyva nan bi berfirehî di zimanên Hindistanê û Asyaya Navîn de jî heye lê ew ji zimanên îranî hatine wergirtin: ûrdûyî نان‎ (nan), hindî नान (nān), kirgîzî û qazaxî нан (nan), ozbekî non, oyxurî نان‎ (nan‎), çînî 饢 / 馕 (náng), nenetsî нянь (nyani)... Ji hindî peyv bi maneya cûreyek nanê rojhilatî bi awayê naan ketiye hemû zimanên ewropî jî.

Peyva nan dişibe hevreha xwe ya zimanên romî: latînî panis, spanî pan, fransî pain... lê ew û nan ne hevrehên hev in çunkî veguhastina N/P di peyvên din de peyda nabe.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003), “nan”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî‎[1], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press
  • Horn, Paul (1893), Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingeha etîmolojiya farisî] (bi almanî), Strasbourg: K.J. Trübner
  • Lubotsky, Alexander. Indo-Aryan inherited lexicon . University of Leiden.
  • MacKenzie, David Neil (1966), The dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary‎[2] (bi îngilîzî), Kommissionaer: Munksgaard (København)
  • Mayrhofer, Manfred (1992–2001): Etymologisches Wörterbuch des Altindoarischen [Ferhenga etîmolojî ya hindûaryayiya kevn] (bi almanî), Heidelberg: Carl Winter Universitätsverlag.
  • Pokorny, Julius (1959), Indogermanisches etymologisches Wörterbuch [Ferhenga etîmolojî ya hindûewropî] (bi almanî), Bern, München: Francke Verlag
  • Cabolov, R. L. (2001–2010), Etimologičeskij slovarʹ kurdskovo jazyka [Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova: Russian Academy Press Vostochnaya Literatura

Werger

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
nan (gerguhêz)   
Rehê dema niha: -n-
RP.
Niha
ez dinim
tu dinî
ew dine
em, hûn, ew dinin
Fermanî Yekjimar bine
Pirjimar binin
Rehê dema borî: -na-
RP.
Boriya
sade
min na
te na
wê/wî na
me, we, wan na
Formên din: Tewandin:nan

nan gerguhêz (lêkera xwerû)

  1. niyan, danîn, bi cih kirin:
    pê lê nan ― dewisandin, pê lê kirin
    venan ― bi cih kirin
  2. xwe kirin tiştek ku bi rastî wisa be, xwe şibandin, xwe bi awayekî halekî kirin, da ku xelkê bixapîne:
    Xwe li mirinî nan. ― Bi hawîyî miriyan kirin
    Xwe li gêjî nan. ― Bi hawîyî gêjan kirin

Notên bikaranînê

[biguhêre]

Agadarî Bo agahiyên berfirehtir binêrin: niyan.

[biguhêre]

nan

  1. nan
  2. xwarin

Lêker

[biguhêre]

nan

  1. nan, niyan, danîn
[biguhêre]

nan n

  1. nan

Bilêvkirin

[biguhêre]

Hoker

[biguhêre]

nan

  1. (devkî) na, ne, nexêr

Girêdek

[biguhêre]

nan

  1. eger, heke

Daçek

[biguhêre]

nan

  1. di ... de

Çavkanî

[biguhêre]
Ev made ji wergerên di ... de hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]
[biguhêre]

nan

  1. pîrê, dapîr
  2. dayen, çavdêra zarokan
  3. (kevnbûyî) xidam, carî
  4. (kevnbûyî) serejin, mêrê jinane

Anagram

[biguhêre]

Hoker

[biguhêre]

nān

  1. ne, na

Cînav

[biguhêre]

nān

  1. ne ti kes, ne çu kes

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

nan n

  1. bejnbost

Cînav

[biguhêre]

nan

  1. ew (pirjimar), wan
[biguhêre]

nan n

  1. (malbat) bav, bab
[biguhêre]

nan n

  1. (malbat) bav, bab