Here naverokê

Toronto

Toronto
City of Toronto Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bajarên mezin
City of Toronto Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dîtbariya ji navenda bajarê Torontoyê û Birca CN ê
Avahiya Qanûndanîn a Ontarioyê
Nîşana Torontoyê û Şaredariya bajarê
Pira Kevana Humber
Casa Loma
Muzexaneya Qraliyeta Ontarioyê
Scarborough Bluffs
Alaya Toronto
Mertalê Toronto
Dirûşm: 
Diversity Our Strength Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Toronto li ser nexşeyê
Map
Toronto li ser nexşeya Kanada nîşan dide
Toronto
Toronto
Koordînat: 43°40′13″Bk 79°23′12″Ra / 43.67028°Bk 79.38667°Ra / 43.67028; -79.38667
ParzemînAmerîkaya Bakur Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletKanada Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Ontario (1867–)
  • Canada West (1840–1867)
  • Upper Canada (–1840) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Ontario (1867–)
  • Province of Canada (1849–1852)
  • Province of Canada (1856–1858) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê1750 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DamezrînerJohn Graves Simcoe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarOlivia Chow (nirxa derbasdar a niha, 2023–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî630.21 km2 (24.333 sq mi)
Bilindahî
76 m (249 ft)
Nifûs
2.794.356 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda postayê
M Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê416, 647, 437 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.toronto.ca/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Toronto paytexta parêzgeha Ontarioyê ye û bajarê herî mezin yê Kanadayê ye ku bajêr li ser bendergehekê li perava bakurê rojavayê gola Ontarioyê hatiye avakirin. Toronto piştî bajarê Meksîko, bajarê New York û Los Angeles, bi nifûsa xwe ya 2.794.356 kesan (2021) çarem bajarê herî qelebalix ê Amerîkaya Bakur e.[1] Devera Torontoya Mezin (GTA) ji Torontoya xwerû û çar herêmên derdorê ku ji Peel, York, Durham û Halton, pêk tên, nifûsa van herêman 6.712.341 kes in.[2] Di heman demê de nifûsa herêma metropolîtan a Torontoyê (CMA) 7.106.379 kes in.[3] Toronto navendeke navneteweyî ya karsazî, darayî, huner, werzîş û çandê ye ku wekê yek ji bajarên herî pirçandî û kozmopolît ên cîhanê hatiye naskirin.[4][5][6] Toronto yek ji bajarên welatên Amerîkaya Bakur e ku ji çar perçeyên Kurdistanê di dîrokên cihêreng de kurd koçberê vê bajarê bûne.[7]

Gelên xwemalî yên bajêr ji 10.000 salan zêdetir e ku li herêma Torontoyê dijîn ku li ser deşteke berfireh ê berwar û şil a ku bi çem, newalên kûr û daristanên bajarî ve hatiye xemilandin, cih digire. Piştî kirîna Torontoyê ku bi berfirehî bi nîqaş bûye, dema ku Mississaugas herêm radestî Taca Brîtanî kiriye Brîtaniyayê di sala 1793an de bajarê Yorkê ava kiriye û paşê bajarê wekê paytexta Kanadaya Jorîn destnîşan kirine.[8] Di dema Şerê 1812an de bajarok cihê Şerê Yorkê bû ku di encamê de zirarên giran dîtiye û du hefte ji aliyê leşkerên amerîkî ve hatiye dagirkirin.[9] Bajarê Yorkê di sala 1834an de wekê bajareke Torontoyê hatiye diyarkirin û hatiye damezrandin. Di heman demê bajêr di sala 1867an de jî di dema Konfederasyona Kanadayê de wekê paytexta parêzgeha Ontarioyê hatiye destnîşankirin.[10] Bajarê Yorkê di sala 1834an de wekê bajarê Torontoyê hatiye guhertin û careke din dîsa wekê bajarê Torontoyê hatiye avakirin. Bajêr di sala 1867an de, di dema Konfederasyona Kanadayê de wekê paytexta parêzgeha Ontarioyê hatiye destnîşankirin.

Bajarê Torontoyê ji wê demê ve bi rêya hem îlhaqkirin û hem jî yekbûnê ji sinorên xwe yên esil derbas bûye û di sala 1998an de gihîştiye qada xwe ya niha ku bi qasê 631 km² ye. Nifûsa cihêreng a Torontoyê rola niha û dîrokî ya bajêr Torontoyê wekê cihekî girîng ê ji bo koçberên ber bi Kanadayê ve nîşan dide.[11] Nêzîkî nîvê şêniyên Torontoyê li derveyî Kanadayê ji dayik bûne û zêdetirî 200 nîjadên etnîkî di nav nifûsa bajêr de hene. Her çend piraniya şêniyên Torontoyê zimanê wan ê sereke zimanê îngilîzî be jî, li bajêr zêdetirî 160 ziman têne axavtin ku yek ji van zimanan zimanê kurdî ye ku ji aliyê kurdên Torontoyê ve tê axavtin.[12] Bajar ji aliyê meclîsa bajarê Torontoyê ve tê birêvebirin ku ew dezgeheke yekodeyî ye û endamên meclîsê ji her çar salan carekê têne hilbijartin. Meclîsa bajêr ji 25 endamên meclîsê pêk tê ku her yek ji wan nûnertiya navçeyek erdnîgarî dike û şaredarê Torontoyê jî wekê serokê meclîsê û rêveberê giştî yê rêveberiya şaredariyê kar dike.

Toronto navenda darayî ya herî mezin a Kanadayê ye û Borsaya Torontoyê, baregeha operasyonel a qismî ya pênc bankên herî mezin ên Kanadayê û baregehên gelek pargîdaniyên mezin ên Kanadayê û pargîdaniyên pirneteweyî li bajarê Torontoyê ne.[13][14] Aboriya bajêr pir cihêreng e û di warên teknolojî, sêwiran, xizmetguzariyên darayî, zanistên jiyanê, perwerde, huner, modeyê, hewavaniyê, nûjeniya jîngehê, xizmetguzariyên xwarinê û geştiyariyê de bajareke sereke yê Kanadayê ye.[15][16] Toronto navendeke girîng e ji bo muzîk, şano, hilberîna fîlman, hilberîna televîzyonê û hilberîna medyaya dîjîtal û navenda torên weşan a neteweyî û dezgehên medyayê yên sereke yên Kanadayê li bajêr in.[17] Saziyên çandî yên cûrbecûr ên bajêr ku gelek mûze û galeriyan, festîval û çalakiyên giştî, navendên şahiyê, deverên dîrokî yên neteweyî û çalakiyên werzîşê dihewîne, her sal zêdetirî 26 milyon geştiyar dikişînin.[18]

Nifûs li gorî salan
SalNifûs±%
186144.821—    
1891181.200+304,3%
1971712.800+293,4%
1981599.000−16,0%
20003.480.000+481,0%
20112.615.060−24,9%
20162.731.571+4,5%
20212.794.356+2,3%
Çavkanî: Li ser Wîkîdaneyê bibîne Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  1. ↑ Government of Canada, Statistics Canada (9 sibat 2022). "Population and dwelling counts: Canada, provinces and territories, and census subdivisions (municipalities)". www150.statcan.gc.ca. Roja gihiştinê 26 nîsan 2026.
  2. ↑ Government of Canada, Statistics Canada. "Population and dwelling counts: Canada, provinces and territories, census divisions and census subdivisions (municipalities)". www150.statcan.gc.ca (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 nîsan 2026.
  3. ↑ Government of Canada, Statistics Canada (9 sibat 2022). "Population and dwelling counts: Canada, provinces and territories, census metropolitan areas and census agglomerations". www150.statcan.gc.ca. Roja gihiştinê 26 nîsan 2026.
  4. ↑ Vipond, Robert (24 nîsan 2017). Making a Global City: How One Toronto School Embraced Diversity (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-1-4426-2443-6.
  5. ↑ Husken, Ute; Neubert, Frank (7 çiriya paşîn 2011). Negotiating Rites (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-981230-1.
  6. ↑ "The Post". www.thepost.co.nz (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 nîsan 2026.
  7. ↑ Dogan, Nur (16 tebax 2022). "Photo Gallery: Toronto Kurdish community celebrates 15th annual cultural festival". New Canadian Media (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 26 nîsan 2026.
  8. ↑ "The early history of York & Upper Canada". www.dalzielbarn.com. Ji orîjînalê di 14 tîrmeh 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 nîsan 2026.
  9. ↑ Star, Andrew Francis Wallace / Toronto (21 nîsan 2013). "The Battle of York, 200 years ago, shaped Toronto and Canada: Editorial". Toronto Star (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 nîsan 2026.
  10. ↑ Toronto, Kendra Mangione-CTV (6 adar 2014). "Timeline: 180 years of Toronto history". CTVNews (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 nîsan 2026.
  11. ↑ "Canada-Ontario-Toronto Memorandum of Understanding on Immigration and Settlement". www.cic.gc.ca (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 nîsan 2026.
  12. ↑ "Social Development, Finance & Administration" (PDF). www1.toronto.ca. Roja gihiştinê 27 nîsan 2026.
  13. ↑ Duffy, Hazel (9 adar 2004). Competitive Cities: Succeeding in the Global Economy (bi îngilîzî). Taylor & Francis. ISBN 978-0-203-36231-0.
  14. ↑ Dinnie, Keith, edîtor (2011). City branding: theory and cases. Basingstoke: Palgrave Macmillan. ISBN 978-0-230-24185-5.
  15. ↑ Parent, Jaclyn. "City of Toronto: Toronto Competes". www.toronto.ca. Ji orîjînalê di 27 kanûna paşîn 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 nîsan 2026.
  16. ↑ "Business Toronto - Key Business Sectors". www.investtoronto.ca. Ji orîjînalê di 10 gulan 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 nîsan 2026.
  17. ↑ "Ontario's Entertainment and Creative Cluster" (PDF). www.mtc.gov.on.ca. Roja gihiştinê 27 nîsan 2026.
  18. ↑ "Visitor Economy Study". www.destinationtoronto.com. Roja gihiştinê 27 nîsan 2026.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]